Reîsî xwest bila zextên li ser Îranê were rakirin

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ji bo ku di muzakereyên li Viyanayê de zextên li ser Îranê were rakirin, bang kir.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bi telefonê bi Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron re axivî.

Li gorî Qesra Elyseeyê axaftin roja Duşemê hate kirin û Macron bang li Tehranê kiriye ku bila di muzakereyan de ‘avakar’ be.

Li gorî daxuyaniyê Fransa dixwaze “Îran li gorî qewlên xwe tevbigere û DYE vegere peymanê.”

Reîsî jî diyar kiriye ku Îranê komeke baş ji muzakereyan re şandiye û ew bi awayî cîddî girêdayî muzakereyan in.

Serokkomarê Îranê bi awayekî neyekser qala DYE kir û got “Kesên peymana nukleerê bin pê kirine, ji bo ku muzakere xweş derbas bibin, divê wisa tevbigerin ku aliyên hember ji wan bawer be.”

Reîsî got “Heke DYE zextan rake û Ewropî qewlên xwe bi cih bînin wê Îran jî berpirsyariya xwe bi cih bîne”

UAEA a ku berpirsyariya wê ev e bê ka bernameya nukleerê ya Îranê aştiyane ye yan na, hefteya borî rexne kiribû ku Îran di hin xalan de gav neavêtiye.

Li gorî bernameya nukleer a di sala 2015’an de heke Tehran bernameya xwe ya nukleerê kêm bike wê zextên li ser wê jî were rakirin.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Îranê Saîd Hatîbzadeh roja duşemê daxuyanî dabû û gotibû “Komara Îslamî ya Îranê ji bo peymanê dixwaze li Viyanayê muzakereyên xurt were kirin.”

Muzakere ji meha Hezîranê û vir ve sekinîbû. Li aliyekî muzakereyê Îran û li aliyê din jî Elmanya, Çîn, Fransa, Kralîyeta Yekgirtî û Rûsya hene. Serokê berê yê DYE Donald Trûmp di sala 2018’an de bi awayekî yekalî xwe ji peymanê vekişandibû û dest bi zextan kiribû. Tê payîn ku wê DYE bi awayekî ne yekser tevlî muzakereyên li Viyanayê bibe.”