Rastgirên tund ên li Ûkraynayê li dijî Rûsyayê xwepêşandan pêk anîn

Bi hezaran neteweperest û rastgirên tund ên li paytexta Ûkrayna Kîevê li hev civiyan, bi daxwaza 'têkoşîna li dijî Rûsyayê' xwepêşandanek lidar xistin.

Di salvegera hilweşandina Serokkomarê berê Vîktor Yanûkovîç de, ku bi polîtîkayên xwe yên alîgiriya Rûsyayê dihat naskirin, bi hezaran rastgirên tund li hev civiyan.

Xwepêşandan li ser banga Svoboda (Azadî), Sektora Rast û gelek komên din ên rastgiriya tund hate lidarxistin. Di xwepêşandanê de Serokkomar Petro Poroşenko û hikûmeta heyî hat şermezarkirin.

Di xwepêşandana van koman de, ku ti ji wan li Parlamenta Ûkraynayê nayên temsîlkirin, bang hat kirin, 'bi rengekî tund' dest li komên alîgirê Rûsyayê yên li rojhilatê welêt in, bê werdan. Di xwepêşandanê de pankarta bi nivîsa "Divê hikûmet ne li dijî Ûkraynayiyan, lê li dijî Pûtîn şer bike" hat vekirin.

Piştî ku di Mijdara 2013'an de Serokkomarê wê demê Vîktor Yanûkovîç red kir ku peymana hevkariya bi Yekîtiya Ewropayê re mohr bike, bi desteka welatên Rojavayî xwepêşandanan dest pê kiribûn. Di van xwepêşandanan de ku bi mehan dewam kirin, bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dabûn û Yanûkovîç ê ji aliyê parlamentê ve ji wezîfeyê hat kirin, di 22'ê Sibata 2014'an de xwe li Rûsyayê girtibû.

Piştî hilweşîna desthilatdariya Yanûkovîç, li herêmên Donetsk û Lûgansk ên li rojhilatê welêt, komên Rûs rabûn serhildanê û beşeke girîng a van herêman kontrol kirin. Girava Qirimê ku di sala 1954'an de ji Ûkraynayê re hatibû hiştin, tevlî axa Rûsyayê hat kirin.