Rapora Rîska Global di mijarên populîzm û dijberiyê de hişyarî da

Rapora Rîska Global ku beriya WEF a 17'ê Çileyê li Davosê pêk were hat weşandin, di mijarên gemarîkirina hawirdorê, dijberî û rîskên partiyên siyasî yên populîst de hişyarî da.

Forûma Aborî ya Cîhanê (WEF), wê di 17'ê Çileyê de li bajarokê Davos ê Swîsreyê dest pê bike. Rapora Rîska Global ku beriya destpêkirina WEF'ê hat weşandin, di mijarên gemarîkirina hawirdorê, dijberî û rîskên partiyên siyasî yên populîst de hişyarî da.

Rapor di encama hevdîtin û danûstandinên bi gelek zanyar û nûnerên şîrketan re hat amadekirin. Di raporê de hat destnîşankirin, ku li qada navneteweyî xala ku herî zêde 'gefê li sîstemê dixwe' populîzm e.

Rapor li gorî rewşa 10 salên dawî ya cîhanê hat amadekirin û hat îdîakirin ku serketina Donald Trûmp li Amerîkayê, derketina Brîtanyayê ji nava Yekîtiya Ewropayê wê rê li ber 'guhertinên mezin' veke.

Di raporê de bal hat kişandin ser xurtbûna gelek partiyên rastgir-populîst li welatên Ewropayê û hişyarî hat dayîn ku gelek welatên weke Elmanya, Fransa, Îtalya û Hollanda yên di nava vê salê de hilbijartinan bikin, wê ber bi aliyê 'rastgiriyê ve' biçin. 

Her wiha hat ragihandin, tevî hewldanên li dijî germa global û ji bo parastina hawirdorê jî wê di vê mijarê de rewşeke neyînî derkeve holê. Rapor balê dikişîne ser helwesta Serokê nû yê DYA Donald Trûmp li dijî Peymana Avhewayê û diyar dike, hedefên ji bo kêmkirina belavkirina karbondîoksîtê wê bi ser nekevin .

Di raporê de tê texmînkirin ku mezinbûna aboriyê li qada global wê dewam bike û ev yek wê bandorê li 'sermayeyê' bike.