Rapora Oxfam: 8 kes ji 3,6 mîlyar kesî dewlemendtir in

Li gorî daneyên ji aliyê saziya alîkariyê ya bi navê Oxfam International ve hatin weşandin, cudahiya navbera dewlemend û xizanan, ji texmînan gelekî zêdetir e.

Oxfamê di rapora xwe ya sala 2015'an de diyar kiribû, ku mal û milkên 62 mîlyarderên herî dewlemend, ji mal û milkên 3,5 mîlyar mirovên ku nîvê nifûsa cîhanê ye, zêdetir e. Lê di lêkolîna îsal a heman saziyê de derket holê, ku ev neheqî ji vê gelekî zêdetir e.

Li gorî vê yekê, mal û milkên 8 kesên herî dewlemend ên cîhanê 426 mîlyar dolar e. Mal û milkên 3,6 mîlyar mirovên xizan jî 409 mîlyar dolar e.

Ji bo rapora îsal, daneyên banka Swîsreyê ya bi navê Credît Sûîsse hatin bikaranîn. Derket holê, mal û milkên mirovên nîvê nifûsa cîhanê, ji daneyên par bi 3,5 qatan kêm be. Li gorî vê yekê, para vê beşa nifûsa mirovahiyê di nava mal û milkên madî yên li gelemperiya cîhanê, tenê ji sedî 0,2 ye. Ev rêje par weke ji sedî 0,7 hatibû nîşandan.

Di rapora Oxfamê de ku daneyên Banka Cîhanê jî hatin nirxandin, hat destnîşankirin ku li gorî daneyên Banka Cîhanê ji sedî 71 ê nifûsa cîhanê li welatên xizan dijîn.