Qesra Spî hişyarî da Îranê: Biryardariya me neceribînin

Alîkarê Serokê DYA Mîke Pence bi gotinên tund hişyarî da Îranê. Pence got, "Biryardariya Serokê nû neceribînin."

Piştî biryarên DYA yên têkildarî danekirinên nû yên li ser Îranê, daxuyaniyeke din a tund hat dayîn.

Alîkarê Serokê DYA Donald Trûmp Mîke Pence ji ABC News re axivî û got, "Eger Îran li salnameyê binêre û bibîne ku li Buroya Ovaln Serokekî nû heye, wê baş bike."

Pence got, got, "Û eger Îran biryardariya vî Serokê nû neceribîne wê baş bike."

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Îranê weke yek ji gefên mezin ên li ewlekariya xwe ya neteweyî dibîne. Rêveberiya Nû jî Îranê sûcdar dike, ku hewl dide monarşiyên Sûnî yên tifaqên DYA ne de tevlîhev bike û bi lêgerîna xwe ya li fuzeya balîstîk re gefeke leşkerî bixwe.

Ji 20'ê Çileyê dema destpêkirina wezîfeya Trûmp û vir ve, di navbera her du welatan de rewşa aloz sor dibe. Di navbera Washîngton û Tehranê de ji ala 1980'ê û vir ve têkiliyên dîplomatîk nîne.

Wezîrê Parastinê yê DYA James Mattîs roja Şemiyê daxuyaniyek da bû û Îran weke "mezintirîn dewleta ku piştgiriyê dide terorîzma li cîhanê" sûcdar kiribû.

Rêveberiya Trûmp jî, roja Înê bernameya fuzeya balîstîk a Îranê hincet nîşan da û danekirinên nû ferz kir. Rêveberiya Tehranê di hefteya bihurî de ragihandibû, ku wan fuzeyek ceribandine.

Alîkarê Trûmp, peymana nukleerî ya navneteweyî ya bi Îranê re di dema Barack Obama de hat îmzekirin, careke din rexne kir. Pence got, "Îraniyan peymanek bi destxistin, ku Serok, ez û rêveberiya me vê yekê weke peymaneke gelekî xerab dibînin."

Pence diyar kir, Trûmp wê li hemû şêwirmendên xwe guhdarî bike û got, "Lê nexapin. Berî ku helwesteke dijminane û şerker nîşan bide, lazim e Îran li pêşberî biryardariya Serok, du caran bifikire. Ev yek wê ji bo Îranê baştir be."