Qeşayên heyî yên Efrîkayê wê zû bihelin

Li gorî raporeke nû, qeşayên heyî yên Afrîkayê ji ber guhertina avhewayê wê di nava bîst salên bê de bi temamî bihelin.

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) û saziyên din, beriya Konferansa Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku wê 31'ê Cotmehê li Skoçyayê dest pê bike, raporek weşand. Li gorî raporê parzemîna Efrîkayê hîn bêhtir û hîn zûtir germ dibe, lewma jî 1.3 milyar mirov 'gelekî bêparastin' mane. Tevî vê yekê jî 54 welatên Efrîkayê tenê ji sedî 4 ê emîsyona gaza serayê ya global berpirsyar in.

Di rapora nû de hate ragihandin ku qeşa li Çiyayê Kilimanjaro, Çiyayê Kenyayê û Çiyayên Rwenzori yên li Ugandayê, gelekî zû û bi berfirehî dihelin. Di raporê de hate gotin, "Helandina heyî di ser asta helandina navîn a global re ye. Eger bi vî rengî dewam bike wê heta salên 2040'î qeşa bi giştî kêm bibe."

Ji Komîsyona Yekîtiya Efrîkayê Josefa Leonel Correia Sacko bi bîr xist ku heta sala 2030'î nêzî 118 milyon kes wê gelekî xizan bin an jî neçar bimîne ku rojane tenê bi 1.90 dolarî xwe xwedî bikin û got, "Eger bi rengekî têrker tedbîr neyên wergirtin Efrîka wê bikeve nava lepên ziwatî, lehî û germahiya zêde."

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Madagaskarê ku welatekî giravî yê li Okyanûsa Hîntê ye ji niha ve şert û mercên xelayê rû daye û li hin herêmên Sûdan a Başûr lehiya herî xerab a 60 salên dawî qewimî ye.

Li gorî WMO'yê ji bo Efrîka karibe planên avhewayê yên neteweyî bi cih bîne heta sala 2030'î pêwîstî bi razemeniyeke ji 3 trilyon dolarî heye.