Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Qeşa li Antarktîkayê ji her demê bêhtir kêm bûye

Li gorî pîvandina herî dawî ya Navenda Agahiyan a Qeşa û Berfê ya Neteweyî ya Amerîkayê (NSIDC) herêma qeşagirtî ya li Antarktîka, ji her demê bêhtir kêm bûye.

NSIDC herî dawî di 13'ê Sibatê de herêm pîva. Li gorî vê yekê, herêma Antarktîka ya qeşagirtî daketiye 2 mîlyon 287 hezar kîlometreçargoşeyî. Ji sala 1979'na û vir ve di hemû pîvandinan de herî dawî di sala 1997'an de ev herêm daketibû asta 2 mîlyon 290 hezar kîlometreçargoşeyî.

Cara yekemîn e ku herêma qeşagirtî ya li Antarktîkayê ewqasî kêm bûye. Dîrektorê NSIDC Marc Serreze ev rewş nirxandû diyar kir, divê ev pîvandin bê piştrastkirin. Serreze da xuyakirin, ku eger surprîzeke gelekî mezin nebe, wê bê piştrastkirin ku herêma qeşagirtî ya li Antarktîkayê daketiye asta herî nizm.

Meha Sibatê, ji ber ku havîna Antakrtîkayê ye, meha herî germ e. Di meha bihurî de jî hatibû ragihandin, ku kêm ma ye qeşayekî ji 5 hezar kîlometreçargoşeyî ji yek ji girîngirtîn çiyayê qeşa Larsens C biherife.