Qanûna li Fransayê bûye kabûs îro dikeve rojeva Meclîsê

Qanûna Kar a li Fransayê wê mafên bi mîlyonan karkeran xesp bike, îro dikeve rojeva Meclîsa Neteweyî.

Qanûna Kar a li Fransayê wê mafên bi mîlyonan karkeran xesp bike, îro dikeve rojeva Meclîsa Neteweyî. Tê payîn baskê çep ê Partiya Sosyalîst (PS)  li desthilatdariyê ye, li dijî vê pêşnûmeyê derkeve.

Pêşnûme qanûna ku ev du meh in li gelemperiya welêt bi 7 çalakiyên mezin hat şermezarkirin, îro li Meclîsa Neteweyî ku baskê jêrîn ê parlamentê ye, tê nirxandin. Ji ber nerazîbûna li hemberî qanûnê, piraniya wan ji parlamenterên partiyên çep bi qasî 5 hezar peşniyarên guhertinê hatin pêşkêşkirin.

JI PARTIYA DESTHILATDAR DIBE KU 40 HETA 80 PARLAMENTER LI DIJ DERKEVIN

Tê zanîn ku di nava partiya li desthilatdariyê Partiya Sosyalîst bi xwe jî, mûxalefetek li hemberî vê qanûnê heye. Raportora pêşnûmeyê Chrîstophe Sîrûgûe da xuyakirin, ku ew di wê baweriyê de ye; ji nava partiya wan bi xwe dibe ku herî kêm 40 parlamenter li dijî qanûnê derkevin û ev yek wê rê li ber erêkirina qanûnê bigire.

Ji PS parlamenter Yann Galût jî da xuyakirin, ku hejmara parlamenterên PS ên li dijî qanûnê ne, bi qasî 80 ye. Eger ji nava 298 parlamenterên partiya PS, parlamenterên baskê radîkal-çep li dijî qanûnê derkevin wê erêkirin an jî redkirina qanûnê ji dengên Partiya Komarger a mûxalîf a rastgir (LR) bimîne.

Lê belê LR û partiyên din ên rastgir, li dij in ku di pêşnûme qanûnê de ji ber nerazîbûna hilbijêrên çep guhertin bên kirin.

Tê payîn, eger danûstandinên li ser qanûnê bixetimin, Serokkomar Françoîs Holllande wê serî li xala 49.3 a destûra bingehîn bide. Eger serî li vê madeyê bide, pêşnûme qanûn bêyî pêşkêşî dengdanê were kirin, wê karibe bê qebûlkirin. Heman rêbaz par di qanûna bi navê Wezîra Aboriyê Emmanûelle Macron de hatibû bikaranîn.