Pûtîn: Em ji aliyê hevkarên terorê ve ji paşve hatin kêrkirin

Serokdewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn têkildarî balafira şer a Rûsya ya li sînorê Sûriyeyê hat xistin daxuyanî da. Pûtîn ê li Urdunê axivî got: “Ji aliyê hevkarên terorê em ji paşve hatin kêrkirin.”

Serokdewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn têkildarî balafira şer a Rûsya ya li sînorê Sûriyeyê hat xistin daxuyanî da. Pûtîn ê li Urdunê axivî got: “Ji aliyê hevkarên terorê em ji paşve hatin kêrkirin.”

Pûtin diyar kir ku wê bûyer “Ji bo têkiliyên Tirkiye û Rûsya xwedî encamên pir cidî be”.

Pûtîn got, “Balafira Rûs û pîlotan ji bo Tirkiyeyê ti tehdîdek çênekirin. Ev pir aşkera ye. Balafira şer a Rûs a li Sûriyeyê hat xistin, li hemberî DAIŞ’ê wezîfeya xwe pêk dianî. Darbên astengdar li çeteyan dixist. Balafira şer 4 kîlometreyan dûrî sînorê Tirk bû. Tevî ku Tirkiye, Rûsya û DYA di van mijaran de peyman jî îmze kirine, balafira Rûs hatiye xistin. Xistina balafirê wê ji bo têkiliyên Tirk-Rûs encamên cidî derxe holê.”