Pûtîn:Bûyerên ku pêktên dişibine mûdaxelya Iraqê ya beriya 2013'an

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn têkildarî êrîşa DYA ya li ser Sûriyeyê ya bi hinceta bikaranîna çekên kimyewî axivî û diyar kir ku bûyerên ku pêktên dişibin mudaxeleyên Iraqê ya beriya 2003’an.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştî hevdîtina ligel Serokkomarê Îtalyayê Sergîo Mattarella re civîna çapemeniyê lidar xist. Pûtîn êrîşa çekên kîmyewî ya li bajaroka Xan Şeyxun ya Îdlîbê yê Artêşa Sûriyeyê wek provokasyon nirxand.

Pûtîn ragihand ku agahiyên derbarê amadekariya provokasyonan ku sûcên xwe bixên stûyê hikûmeta Sûriyeyê yên di serî de li çolterên Şamê û herêmên din, standine û got; "Li gorî agahiyên ji çavkaniyên cuda ku me bidestxistine, dê provokasyonên heman ku nasandina wê ku bi awayekê din ne mimkûn e, amadekariyên provokasyonan, li çolterên Şamê jî di nav de li herêmên din tên kirin. Plan dikin ku hin made biavêjin û sucê têxin stûyê hikûmetê de."

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn daxuyakirin ku êrîşa Sûriyeyê ya Amerîkayê, dagirkirina Iraqê ya sala 2003'an bibîrtîne. Pûtîn diyar kir ku pêvajoya ku li Iraqê hat jiyandin, niha li Sûriyeyê tên kirin.

ÎHTIMALA PÊKANÎNA ÊRÎŞÊN DIN HEYE

Pûtîn diyarkir ku êrîşa bi çekên kimyewî bi şêweyê provakasyonê pêk hatiye û ragihdan ku li cihên din ên Sûriyeyê îstixbarasta pêkanîna êrîşên din girtine, ev jî spart çavkaniyên cuda. Pûtîn destnîşankir ku bi van êrîşan dixwazin rêjimê xirab bidin nîşandan."

Di êrîşa bi çekên kimyewî a 4'ê Nîsanê li Wîlayeta İdlibê herî kêm 87 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. DYA û welatên rojava ji êrîşê rejîma Sûriyeyê berpirsyar dibîne, lê belê rejîm û Rûsyayê van îdîayan red kiribûn.

Serokê DYA Donald Trûmp, di 7'ê Nîsanê de biryara êrîşkirina Balafirgeha Şayratê da û bi 59 fûzeyên Tomahawk êrîşî balafirgehê hat kirin û gelek balafir û cebilxaneyên girêdayî rejîmê hatibûn îmhakirin.