Pûtin bi Stalîngradê gef li Elmanyayê xwar

Pûtîn di salvegera şerê Stalîngradê de ku artêşên Nazî bedelên giran dan û têk çûn, axivî û got: “Careke din bi tankên Elman gef li me tê xwarin, em ê bi tundî bersivê bidin wan.“

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi tundî bertek nîşanê Elmanyayê da ku çima tankên Leopard dane Ûkraynayê ku di şer de li dijî yekîneyên Rûs bi kar bîne. Pûtîn ku di pîrozbahiya salvegera 80’yemîn a Dorpêçkirina Stalîngradê de axivî, şerê ku Rûsya li Ûkraynayê dike, şiband berxwedana Artêşa Sor a di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de.

Pûtîn diyar kir ku bi Şerê Stalîngradê ku artêşên girêdayê Elmanyayê Naziyan bedelên pir giran dane û çarenûsa Şerê Cîhanê yê Duyemîn diyar bûye û wiha axivî: “Bi têkçûna koma herî mezin a hêzên çekdar ên Elmanyaya Naziyan, vîna hemû koalîsyona Hîtler ku ji xulamên Ewropayî yên Naziyan pêk dihat, têk çû.“ 

‘BI TUNDÎ WÊ BERSIVA WAN BÊ DAYÎN’

Pûtîn anî ziman ku bi bikaranîna wesayîtên zirxî di şerê Ûkraynayê de, wê mesele neqede û ev gef li Elmanyayê û welatên din ên rojavayî xwar: “Elmanya jî di nav de, welatên Ewropayê ku Rûsyayê dikişînin nav şerekê nû, dibên qey wê li dijî Rûsyayê bi ser bikevin, tênagihîjin ku şerê nûjen ku wê bi Rûsyayê re bikevin, bi temamî cuda be. Ên ku bi Rûsyayê re ketine şerekê neîlankirî, wê bersiva xwe bi tundî bigirin, em tankên xwe naşînin sînorên wan lê bersiveke me heye ku em bidin wan.“