Pûşkov: Dibe ku ji Tirkiyeyê terorîst bên Rûsyayê

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Dûma Aleksey Pûşkov diyar kir ku kengî Tirkiyeyê desteka xwe ya ji bo DAIŞ'ê birî, hingî ew dikarin şertê vîzeyê ji holê rakin.

Nerazîbûnên rayedarên Rûs ên li hemberî hikûmeta Tirk dewam dikin.

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Dûmayê Aleksey Pûşkov diyar kir ku kengî Tirkiyeyê desteka xwe ya ji bo DAIŞ'ê birî, hingî ew dikarin şertê vîzeyê ji holê rakin.

Pûşkov got, "Eger Tirkiye desteka xwe ya ji bo DAIŞ'ê bidomîne, pêwîstiyên DAIŞ'ê tedarik bike û piştgiriya ji bo çalakiyên li Sûriyeyê bidomîne, bêguman em ê nikaribin li muafiyeta vîzeyê vegerin."

Pûşkov da xuyakirin ku ew neçarin bibînin ku xaka Tirkiyeyê ji bo terorîstan herêmeke transît e û got, "Ne tenê ji bo milîtanan, ji bo çek û wesayîtên diçin herêma di bin kontrola DAIŞ'ê de ye, ev der cihekî transît e."

Pûşkov axaftina xwe ya li ser mijarê bi vî rengî dewam kir: "Em vê gelekî baş fêm dikin, ku eger xaka Tirkiyeyê herêmeke DAIŞ lê bi serbestî digere ye, dibe ku ji vê xakê terorîst ber bi xaka Rûsyayê ve were şandin ji bo êrîşê. Bi rêya vîzeyê, wê mirovên bi guman bên sekinandin. Mînak; piştî êrîşên li Parîsê Fransayê sînorên xwe ji ketin û derketina bi serbestî girt. Yekîtiya Ewropa nîqaş dike, ku sînorê xwe bi temamî bigire. Ev yek bi êrîşên Parîsê û gefa terorê re eleqedar e."