Portekîzê li ser bermayiyên nukleerî giliyê Spanyayê kir

Hikûmeta Portekîzê giliyê Spanyayê kir, ku biryar daye li cihekî bi 100 kîlometreyî dûrî sînorê welatê wan, bermayiyên nukleerî bixe depoyê.

Hikûmeta Spanyayê di meha Kanûnê de biryarek girt û ragihand, ku ew ê bermayiyên xwe yên nukleerî li nêzî Santrala Nukleerê ya Almaraz a bi 100 kîlometreyî dûrî sînorê Portekîzê ye, bixe depoyê.

Fikar hene, ku ev bermayiyên xetere zerarê bide hawirdorê û bajarên Portekîzê yên li ser sînor. Gelek rêxistinên hawirdorparêz û Portekîziyên li ser sînor dijîn, ev biryar protesto kirin. Her wiha li cem Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) giliyê Spanyayê kirin.

Wezîrên Hawirdorê yên her du welatan hefteya bihurî li hev rûniştibûn, lê ti encam ji vê hevdîtinê derneketibû. Li ser vê yekê duh bi awayekî fermî giliyên Spanyayê hat kirin. Hikûmeta Portekîzê di çarçoveya fermaneke sala 2014'an a Komîsyona YE de bibîr xist, ku li ser projeyên bi vî rengî yên gefê li herêmên sînor dixwin, divê di destpêkê de pêş muzakere bên kirin.

Wezareta Hawirdorê ya Spanyayê jî diyar kir, heta ku Komîsyona Yekîtiya Ewropa biryara xwe li ser giliyê Portekîzê bide, wê biryara wan a li ser projeya bermayiyên nukleerî nekeve meriyetê.

Li ser siberoja santralên nukleerî, li gelek welatên rojavayî nîqaşên cidî tên kirin. Pispor mecbûr in bermayiyên xetere yên piştî girtina santralan derkevin holê, ji bo bi hezaran salan li binê erdê depo bikin.