Polîsên Yewnanîstan dest bi valakirina Idomeniyayê kirin

Li Yewnanîstanê kampa Idomenî ya ku bi mehane koçber di nav şert û mercên xirab de lê dijîn, tê valakirin. Yekîneyên polîsan danê sibehê ketin kampê û koçberan tehliye dikin.

Li gorî agahiyên televîzyona dewletê ERT’ê, nêzî hezar û 400 polîsên ku li gel helîkopteran hatin herêmê, derdora kampa Idomeniyayê dorpêç kirin.

Hat diyarkirin, polîs dixwazin di nava 10 rojan de koçberan ji kampê derxînin, li kampên nû yên li Selenîk û derdora wê bi cih bikin.

Di kampa Idomenî ku hê jî 9 hezar koçber lê dijî, biryara têkildarî valakirinê roja Yekeşemê hatibû girtin. 

Hewldanên koçberan ên ji bo xwe bigihînin sînorê Makedonyayê gelek caran bê encam man û gelek caran şer di navbera koçber û polîsan de derketin.