Polîsên Skoç eger bixwazin wê karibin serê xwe binixumînin

Li Fransayê, ku ji ber êrîşên DAIŞ'ê yên vê dawiyê bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan, nîqaşên populîst ên li ser kincên jinên Misilman dewam dikin. Lê li Skoçyayê di vî warî de gaveke cuda hat avêtin.

Polîsê Skoçyayê ragihand, polîsên jin ên Misilman eger bixwazin wê karibin serê xwe binixumînin û bi vî rengî kar bikin.

Li Fransayê, ku DAIŞ'ê gelek komkujî lê kir, mijarên; dibistanên bi desteka Siûdiyan û welatên Kendavê tên birêvebirin û Îslamiyên tund lê birêxistin dibin, mizggeftên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên fînansekirin û bûrkînî yên jinên Misilman pê dikevin avê, di rojevê de ne. Li gelek bajarên peravê lixwekirina vî kincî ji aliyê şaredariyan ve hat qedexekirin.

Ev rewş li gelek welatên rojava weke nîqaşên 'pûç', 'populîst', 'ne pêwîst' û 'nixumandina pirsgirêka rastî' tê rexnekirin. Li Skoçyayê ji bo polîsên jin ên Misilman gaveke cuda ha avêtin. Di daxuyaniya Polîsê Skoçyayê de hat ragihandin, polîsên jin eger bixwazin dikarin tevî unîformayên xwe, serê xwe jî binixumînin.

Midûrê Polîsan Phîl Gormley da xuyakirin ku bi vê biryarê re ew dixwazin jinên Misilman jî di karê polîsan de karibin karyerê çêbikin. Gormley diyar kir, bi saya vê yekê wê polîs bibe xwedî 'nasnameya pirçandî'.