Piştî Roûsseff hevrikê wê jî dikare bikeve ber lêpirsînê

Li Brezîlyayê, ku bi lêpirsînên li hember Serokdewlet Dîlma Roûsseff û selefê wê Lûla da Sîlva ket nava krîzeke giran, siyaset hîn bêhtir tevlîhev dibe.

Li Brezîlyayê, ku bi lêpirsînên li hember Serokdewlet Dîlma Roûsseff û selefê wê Lûla da Sîlva ket nava krîzeke giran, siyaset hîn bêhtir tevlîhev dibe. Yek ji afirînerên pêvajoya ji wezîfegirtinê, ku Roûsseff weke 'darbeyê' pênase dike, Aecîo Neves jî bi bertîlê tê tawanbarkirin.

Têkildarî senatorê Partiya Sosyal Demokrat (PSDB) ku di hilbijartinên 2014'an de hevrikê lîdera sosyalîst Dîlma Roûsseff bû, ji bo lêpirsîn der heqê wî de bê vekirin serî li Dadgeha Bilind hat dayîn. Di serlêdana ji aliyê dozgeriyê ve hat kirin de tê xwestin, destûr bê dayîn ku ji ber sûcdariya bertîlê li hemberî Neves lêpirsîn bê vekirin.

Biryara vekirina lêpirsîna têkildarî Aecîo Neves, li ser vegotinên senatorê berê Delcîdîo Amaral ku di çarçoveya lêpirsîna têkildarî şîrketa petrolê ya cemaweriyê Petrobras de hevkarî bi dadgeriyê re kiriye, hat dayîn. Amaral di îfadeya xwe de ragihand, Neves di bin sîwana şîrketa elektrîkê Fûrnas de toreke bertîlê ava kiriye û tevî şîrketên din ên di skandala Petrobras de vê torê 2 mîlyar dolar bi dewletê daye windakirin.

Her wiha tê îdîakirin ku Neves di dema Walîtiya xwe ya eyaleta Mînas Geraîs de agahiyên li ser mal û milkên xwe veşartiye û di berdêla dayîna bertîlê de deng ji gelek parlamenteran wergirtiye.

Brezîlya ku bi nifûsa xwe ya ji 200 mîlyonî mezintirîn welatê Latîn Amerîkayê ye, ev saleke di nava krîzeke giran a aboriyê de ye. Ev krîz, piştî ku navê gelek siyasetmedaran bi lêpirsîna Petrobrasê bi bertîlê derket holê, mezintir bû.