Pereyê hesinî yê dema Romayê, li Japonyayê hat dîtin

Li Japonyayê di dema kolandinên arkeolojîk de, pereyên hesinî yên ji dema Romayê mayî, hatin dîtin. Niha tê lêkolînkirin, bê ev pereyê hesinî çawa gihîştiye welatekî bi hezaran kîlometreyî dûr.

Li Keleha Katsûren a li Girava Okînawayê, di kolanên arkeolojîk de pereyên hesinî yên Roma ku tê texmînkirin di navbera salên 300-400 de hatine çêkirin, hat dîtin. Bi giştî 10 pereyên hesinî yên dema Romayê hatin dîtin. Ji bo were tespîtkirin bê ev pere çawa hatiye vê giravê, lêkolîn tê kirin.

Di nirxandinên li ser kolandinan de tê gotin, di wê demê de di navbera Keleha Katsûren û Roma de ti têkiliyeke bazirganî nebûye. Lê tê texmînkirin ku ev pere di ser Çîn an jî welatên din ên Asyayê yên bi Romayê re bazirganî dikirin, gihîştiye Japonyayê.