Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Penaberên li Fînlandiyayê ev 10 roj in li ber xwe didin

Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê, çalakiya penaberan a ji bo sekinandina dersînorkirinê û meşandina polîtîkayeke penaberiyê ya însanî hat destpêkirin, di roja 10. de ye.

Tevî ku rayedarên Daîreya Koçberiyê soz dan ku ew ê mijarê di civînekê de binirxînin, penaber bi biryar in ku heta daxwazên wan bi cih bên, çalakiya xwe bidomînin.

Hikûmeta Fînlandiyayê, ku dijberên biyaniyan 'Fîniyên Rasteqîn' şirîkê wê ye, par hin qanûn qebûl kiribû ku ev qanûnên navborî gelek mafên penaberan ji destê wan girtin. Bi guhertinên hatin kirin re, mafê rabûna li ber biryara dersînorkirinê û derfetên xwegihandina hev a malbatan ji holê hatin rakirin.

Di nava welatên ku serlêdanên penaberiyê red dikin de Fînlandiya li rêza herî pêş e. Li welatên Ewropayê, ji sedî 40 ê penaberên daxwaza wan a penaberiyê hatine redkirin, tên dersînokirin. Lê li vînlandiyayê ev rêje ji sedî 70 ye û bi zorê bi balafirê tên dersînorkirin.

Roja Înê, bi qasî 50 penaberan ku piraniya wan Iraqî û Afgan in, li ber Muzeya Kaîsma ya li navenda bajarê Helsînkî kon vedan û ji bo dawî li vê dersînorkirina bi zorê were anîn, dest bi çalakiyê kirin.

Rêxistinên Mafên Mirovan û Buroya Piştgiriya Penaberan a ku şêwirmendiyê ji penaberan re dike, piştgiriyê didin çalakiyê. Fîniyên demokrat û pêşverû jî car carna diçin serdana kon û destekê didin çalakgeran.

Herî dawî Midûrê Giştî yê Daîreya Koçberiyê Jaana Vûorîon hat konê çalakiyê û bi penaberan re hevdîtin kir.

Penaberan dan xuyakirin, ku qanûnên penaberiyê yên li Fînlandiyayê hatine şidandin û xwestin, dawî li dersînorkirina penaberan a bi zorê were anîn.

Vûorî jî soz da ku eger çalakger çalakiya xwe bi dawî bikin, wê di meha Adarê de li cihekî girtî bi penaberan re civînê lidar bixin.

Lê belê penaberan dan xuyakirin, ku heta gaveke şênber were avêtin û dersînorkirin were rawestandi, ew ê çalakiya xwe bidomînin.