Patronên mezin ên Amerîkî ji welatên qedexekirî hatine

Karsaz jî li ber biryarnameya Serokê DYA Donald Trûmp a li dijî koçberan rabûn.

Di bin navê 'Li dijî hatina terorîstên biyanî, parastina neteweya DYA' Trûmp di 27'ê Çileyê de mohra xwe danî binê biryarnameyekê. Bi vê biryarnameyê re hatina Amerîka ya welatiyên 7 welatên Misilman Yemen, Îran, Lîbya, Somalî, Sûdan, Sûriye û Iraqê hat qedexekirin. Ev biryar di heman demê de bandorê li ser gelek mirovên xwedî mafê hemwelatîbûnê ne, dike.

Gelek patronên li Amerîkayê, li er vê biryarnameyê rabûn ku biryarnameyê li dijî berjewendiyên aboriyê û nirxên exlaqî dibînin.

Li gorî rêxistineke li derveyî hikûmetê ya bi navê National Foundation for American Policy, di nava şîrketên Amerîkî yên nirxên xwe zêdeyî mîlyarek dolarî ye, herî kêm yek ji damezrînerên ji sedî 51 ê van şîrketan, biyanî ne. Du fîrmayên Amerîkî yên ji aliyê sembolîk ve jî nirxê xwe gelekî zêde ye Mîcrosoft û Google ji aliyê Satya Nadella û Sûndar Pîchaî yên ji Hîndîstanê ve tên birêvebirin. Tevî ku biryarnameyê yekser bandor li welatê wan nekir jî, ev her du patron li ber vê qedexeya rêveberiya Trûmp rabûn.

EGER KOÇBER NEBÛNA, NIHA APPLE TINE BÛ

Çend ji patronên ku qedexe yekser an jî neyekser bandorê li welatê wan dike, ev in:

STEVE JOBS: Damezrînerê Apple yê di sala 2011'an de jiyana xwe ji dest da ji Sûriyeyê ye. Rêveberê heyî yê Apple Tîm Cook nerazîbûn nîşanî biryarnameya Trûmp da û got, "Eger koçberî nebûya, îro Apple jî nedibû". Steve Jobs ji bavekî ji Sûriyeyê û dayikeke ji Swîsreyê ji dayik bû. Piştre malbateke Ermenî ew kir zarokê xwe.

PÎERRE OMÎDYAR: Patronê e-bay'ê ji Îranê ye. Li Parîsê ji malbateke Îranî ji dayik bû. Dema şeş salî bû, bar kirin DYA. Di sala 1990'î de sîteya firotinê ya înternetê e-bay ava kir. Îro êdî ne serokê vê şîrketê ye, lê ji sedî 7 ê parên vê şîrketê yên wî ne. Her wiha midûrê PayPal e ku ev yek jî servîsa dayînê ya bi rêya înternetê ye. Mal û milkên wî, li gorî kovara Forbesê 8.1 mîlyar dolar e.

SHAHÎD KHAN: Ev mîlyarderê Amerîkî ji Pakîstanê ye. Ji salên 1980'ê û vir ve di şîrketa wesayîtan Flex-N-Gate de para xwe heye. Di heman demê de xwediyê Kulûba Jacksonvîlle Jagûars a Lîga Futbola Neteweyî , Kulûba Football a Fûlham a Londonê û hotela Foûr Seasons a li Toronto ye. Li gorî Forbesê 7.5 mîlyar dolarê wî hene.

HAÎM SABAN: Ev karsazê ku di çêkeriya bernameya televîzyonê de bûye xwedî serwetê, ji Misirê ye. Li Fransayê bi rêze fîlmên bi navê Goldorak, Ulysse 31 Les Mystérieuses Cités d’or, Starsky and Hutch û Dallas dest bi kariyera xwe kir. Di sala 1983'an de bar kir Los Angelesê û li vê derê Powers Rangers afirand û li gorî fîlmên karton ên Japon amade kir. Tê gotin, mal û milkên wî 3 mîlyar dolar e.

FAYEZ SAROFÎM: Ev Amerîkiyê ku li Hoûstonê xwedî ekîba hockey e, ji Misirê ye. Xwediyê beşek ji NFL Hoûston Texans e. Serweta Sarofîm 1.6 mîlyar dolar e.

DAVÎD Û ORÎON HÎNDAWÎ: Davîd û Orîon Hîndawî ku li qada kompûterê bû xwedî serwetekê, ji Iraqê ne. Davîd Hîndawî tevî kurê xwe Orîon di sala 2007'an de fîrma ewlekariya sîber Tîtanîûm ava kirin. Di sala 1970'î de koçî DYA kir. Serweta wî 1 mîlyar dolar e.