Par li Elmanyayê di asta rekorê de penaber hatin dersînorkirin

Li gorî daxuyaniya buroya Serokwezîr Angela Merkel, 80 hezar ji penaberên serlêdana wan a penaberiyê hatin redkirin, par hatin dersînorkirin.

Midûrê buroya Merkel Peter Altmaîer ji rojnameya Bîld am Sonntag re ragihand, ku bi qasî nîvê 700 hezar serlêdanên penaberiyê yên par hatin kirin, nehatine qebûlkirin.

Altmaîer got, "Me 80 hezar kesên serlêdana wan a penaberiyê hat redkirin, par şandin malên wan. Di sala 2016'an de 700 hezar kesî ji bo penaberiyê serlêdan kirin. 300 ji van serlêdanan hatin redkirin."

Di dewama axaftina xwe de Altmaîer got, "Em ê van mirovan bi lez û bez vegerînin mala wan. Naxwe ev yek wê zerarê bide baweriya me ya dewletê ya xwe dispêre pîvanên hiqûqê."

Li gorî şefê buro yê Merkel, baskê jorîn ê parlamentê wê bi lez û bez statuya Tûnis, Cezayîr û Fasê biguherîne. Bi vê yekê re wê serlêdanên penaberiyê yên ji van welatan bên kirin, bi rengekî otomatîk werin redkirin.