Papa di peyama xwe ya Paskalya de bal kişand ser şer û birçîbûnê

Lîderê rûhanî yê Dêra Katolîk Papa Francîs, bi wesîleya Cejna Paskalya ya Xiristiyanan peyamek da û hêviya xwe ya ji bo dawîhatina li şer, birçîbûn û kiryarên li derveyî mirovahiyê anî ziman.

Papa Francîs peyama xwe li şaneşîneke li Meydana Saînt-Pîerre peyama Paskalya da û bal kişand ser welatên Rojhilata Navîn û hemû herêmên di nava şer, krîz û birçîbûnê de ne. Papa Francîs, êrîşa çend roj berê ya li Sûriyeyê şermezar kir ku zêdeyî 110 sivîlan jiyana xwe ji dest da bûn. Papa Francîs ev êrîş weke 'namerdî' bi nav kir û xwest, piştgirî ji kes û hêzên dixwazin şer bi dawî bibe, bê dayîn.

Papa Francîs her wiha işaret bi şerê li Iraq û Yemenê jî kir û ew dua ji xwedê re dike ji bo aştî bê vê xakê, ku Quds jî di nav de ye. Papa Francîs bang li dewletan kir û xwest, pêşî li şer û bazirganiya çekan bigirin.

Papa Francîs di dewama peyama xwe ya Paskalya de bal kişand ser şer û birçîbûna li parzemîna Afrîkayê û ji bo bi mîlyonan mirovên li welatên Sûdan, Sûdan a Başûr, Kongo û Somaliyê û welatên mîna wan birçî ne, dua kir. Papa işaret bi pirsgirêkên li welatên Latîn Amerîkayê jî kir û xwest, dawî li pirsgirêkên civakî û şîdetê were anîn.

Welatekî din, ku Papa di axaftina xwe de li ser sekinî Ûkrayna bû.

Papa her wiha hêviya xwe ya ji bo dawîhatina li bazirganiya koleyan, pêkanînên li derveyî mirovahiyê, karên îllegal, cihêkarî û şîdeta li zarok û ciwanan ên li gelemperiya cîhanê anî ziman.

Papa destnîşan kir, ku divê ji bo bi dehan mîlyon penaberên ji ber şer û krîzên aboriyê neçar man e welatên xwe biterikînin, nêzîkatiyeke taybet a girîng were nîşandan.