NY: DAIŞ êdî di rewşa 'parastinê' de ye

Li gorî raporekê, ku pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hatiye kirin, çeteyên DAIŞ'ê gelekî qels bûne û êdî bi giranî di rewşa 'parastinê' de ne.

Lê di heman demê de hişyarî hat kirin, ku çeteyên DAIŞ'ê tevî vê rewşê jî hê li ser cîhanê 'xeteriyeke mezin' e.

Di raporê de hat ragihandin, DAIŞ li gelek welatan nema dikare derfetên aboriyê û endaman peyda bike û hat destnîşankirin, ku bi taybetî li Sûriye, Iraq, Afganîstan û Lîbyayê derbên giran xwariye. Hat gotin, çete li van welatan tenê di rewşa 'parastinê' de ne.

Bîrên petrolê yên li wîlayeta Deyrezor a li Sûriyeyê weke çavkaniya herî girîng a hatineya çeteyên DAIŞ'ê tê nîşandan. Hat îdîakirin, ku di sala 2015'an de hatineya çeteyên DAIŞ'ê 500 mîlyon Dolar bû û ev yek di sala 2016'an de daketiye 260 mîlyon Dolarî.

Di rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) de hat ragihandin, ku DAIŞ nema dikare bi hêsanî ji xwe re endaman peyda bike û hat gotin, tedbîrên van welatên pêwendîdar û 'balnekişandina DAIŞ'ê di vir de diyarker e. Li gorî raporê, gelek çeteyan herêmên şer terikandine.

Di raporê de ji tevahiya welatên cîhanê tê xwestin, di mijara DAIŞ'ê de hay ji xwe hebin û hişyarî hat dayîn, ku çete ji bo çavkaniya malî dikarin rojnamevanan û wezîfedarên alîkariya însanî birevînin.