NY bi israr dixwaze Serokwezîrê berê yê Fîlîstînê Fayyad bibe nûnerê taybet

Neteweyê Yekbûyî (NY) ragihand, ku ew bi biryar e Serokwezîrê berê yê Fîlîstînê Saslam Fayyad weke Nûnerê xwe yê Taybet li Lîbyayê wezîfedar bike.

Ev biryara Sekreterê Giştî yê NY Antonîo Gûterres, ku Salam Fayyad weke Nûnerê Taybet ê li Lîbyayê wezîfedar dike, ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ve hatibû vetokirin. Nûnera DYA ya li NY Nîkkî Haley dabû xuyakirin, ku Fîlîstîn 'ne dewletek e' û ji ber vê yekê wan namzetiya Fayyad bloke kirine.

Piştî biryara DYA, li ser navê Sekreteriya Giştî ya NY daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin, tayînkirina Fayyad biryareke rast e. Berdevkê Sekreterê Giştî Antonîo Gûterres, Stephane Dûjarrîc bibîr xist, ku di dîroka NY de ji rayedarekî Îsraîlê yan jî Fîlîstînê re ti carî erkeke payebilind nehatiye dayîn.

Dûjarrîc da zanîn, ku ev helwest şaş e û divê êdî were sererastkirin.

Ji bo NY karibe Salam Fayyad weke nûnerê taybet tayîn bike, divê 5 endamên daîmî yê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û 10 endamên demkî erê bikin.

Salam Fayyad ê 64 salî, di navbera salên 2007-2013'an de Serokwezîrê Rêveberiya Xweser a Fîlîstînê bû.