Nîvê rêveberiya Partiya Sosyalîst a Spanyayê îstifa kir

Nîvê rêveberiya Partiya Karker a Sosyalîst a Spanyayê (PSOE), ji ber bêdengiya li polîtîkayên teserûfa dijwar, weke nerazîbûn li Sekreterê Giştî Pedro Sanchez, îstifa kir.

PSOE, ku di salên dawî de bi israr da dû polîtîkayên lîberal, berê piraniya hilbijêrên çep da Podemos. Piştî têkçûna di hilbijartinên dawî de, li nava PSOE zexta li Pedro Sanchez zêde bû û ji Sanchez hat xwestin, ku îstifa bike. 17 ji rêveberiya 38 kesî ya partiya PSOE, ji ber ku Sanchez îstifa nekir, weke nerazîbûnê wan bi xwe îstifa kirin.

Bi van îstifayên li nava rêveberiya PSOE re, hewl tê dayîn pêşî li îstifaya Sanchez were vekirin.

Lê belê yek ji kesên nêzî Sanchez Cesar Lûena daxuyaniyek da û îdîa kir, ku îstifakirina rêveberên mûxalîf ên li nava partiyê, ferz nake ku Sekreterê Giştî îstifa bike. Lûena da xuyakirin, dibe ku Sanchez daxwaza kongreyeke nû ya partiyê bike.

PSOE ku di sala 2011'ê de ji desthilatdariyê ket, ji ber ku li ber polîtîkayên teserûfa dijwar ên Yekîtiya Ewropayê ranebû, bû hedefa nerazîbûna hilbijêrên çep. PSOE di hilbijartinên Kanûna 2015'an de 20 kursî ji dest berda û hejmara parlamenterên wê daket 90'î. Di hilbijartinên giştî yên meha Hezîrane de bi tenê 85 kursî bi dest xistibû.

Partiya Podemos, ku bi armanca qedeandina polîtîkayên lîberal ên rastgir derket holê, 71 kursî bi dest xist.

Ji meha Hezîranê û vir ve, ku hilbijartinên giştî ji nû ve hatin lidarxistin, hê jî hikûmet ava nebûye.