Nepeniya tebeqeyên qeşayê yên Plutonê

Di gotareke kovara Natûre de hat gotin, ji bo fêhmkirina çêbûna deşta qeşayê ya bi navê Spûtnîk Planûm a li herêmên herî nepen ên Pluton, ku weke gerstêrka biçûk jî tê naskirin, gaveke girîng hatiye avêtin.

Lêkolînerên Fransayî Tangûy Bertrand û Françoîs Forget dan xuyakirin, ku wan modeleke termîk afirandine ku ev yek dikare çerxa azot, metan û karbonmonoksîtê ya mîna li Spûtnîk Planûmê sîmule bike. Di gotarê de hat ragihandin, ev sîmulasyona atmosferî bi rengekî ku dikare çerxa van gazan a bi hezaran salî pêk bîne, hatiye kirin.

Hat gotin, armanca lêkolînerên Fransayî ew e, ku rûdana gaza metanê, rewşa azotê û kêm jî be karbonmonoksît a li Spûtnîk Planûmê lêkolîn bikin.

KLÎMA 50 HEZAR SALÎ HAT LÊKOLÎNKIRIN

Di vî karî de, bi modelên sîmulekirina çerxa atmosferî ya li Plutonê hat afirandin û klîma wê ya 50.000 salên dawî hat lêkolînkirin. Di destpêka sîmulasyonê de hat texmînkirin, ku Pluton bi qeşa azot, karbonmonoksît û metanê ya ji stûniya çend mîlîmetre girtî ye û li ser vê bingehê sîmulasyonê destpê kir. Piştre, mîna gloverek ji qeşayê ya ser rûyê erdê û atmosfera vê gerstêrkê hat lêkolînkirin û pêvajoya veguherîna wê hat şopandin.

Bi saya vê sîmulasyona nû, hem tebeqeyên qeşayê yên li ser rûyê Plutonê hatin eşkerekirin, hem jî guherînên rewşa çewisandinê ya salên dawî li atmosfera Plutonê hat fêhmkirin.

Lêkolîner dibêjin, li gorî modelê, wê di nava 10 salên pêş de hêza çewisandinê ya li atmosfera Plutonê kêm bibe û şeklên heyî yên niha li nîv glovegera bakurê Plutonê tên dîtin, wê nema bên dîtin. Eger ev texmîn piştrast bibe, wê modela sîmulasyonê jî piştrast bibe.