NATO li welatên Baltik û Balkanan leşkeran zêde dike

Gelek leşkerên girêdayî welatên NATO’yê , li welatên Balkan û Baltik ên cîranê Rûsyayê bi cih kirin. Rayedar, tevgera leşkerî ya li herêmê ku piştî Şerê Sar û şûnde weke tevgera herî zêde pênase dikin.

Bi rêkûpêkiyên demê dawî re û heta niha li baragehên li Polonya, Romanya û Bûlgarîstanê ji 28 welatên NATO’yê, 7 hezar leşker hene.

Li Estonya 800, li Lîtvanya û Letonyayê 1200 leşker hatine bicihkirin.

Ji ber aloziyên li herêmê di budceya parastiyê ya welat de jî zêde bûne. Di sala 2005’an de Estonay, Letonya û Lîtvanya xwedî budceyekî bi qasî 900 mîlyonan bû. Ev hêjmar li gorî sala 2015’an weke 2 mîlyar dolar bû.

DYA li gel welatên Baltik û Balkanan jî hêjmara leşkerên xwe yên li baragehên li Ewropayê jî zêde dike. Rayedaran diyar kirin ku di demê dawî de DYA’yê hêjmara leşkerên xwe yên li Belçîka, Hollanda û Elmanyayê jî zêde kirine.

Têkildiyên NATO û Rûsyayê, piştî şerên di navbera Rûsya û Ûkrayna de û dagirkirina Kirimê ve pêş ket.

Welatên DYA û NATO’yê bicihkirina leşkera bi armaca parastinê hatiye kirin, Rûsya jî vê gavê weke pravakasyonê dinirxîne.