NATO 200 leşkerên din şand Afganîstanê

Tifaqa Atlantîk NATO ragihand, 200 leşkerên Amerîkî û Îtalyanî li eyaleta Farah a li rojavayê Afganîstanê hatin bicihkirin. Hat gotin, daxwaza vê yekê ji rayedarên herêmî hatiye.

Berdevkekî NATO da xuyakirin, ku li ser daxwaza waliyê eyaleta Farahê, ji fermandarên NATO John Nîcholson biryar daye 200 leşkeran ji bo destekkirina hêzên Afgan bişîne. Li gorî berdevk wê ev leşker bi qasî hefteyekê piştgiriyê bidin hêzên Afgan.

Berdevkê Walî Mûhammed Nasir Merî diyar kir, 200 leşkerên Îtalyanî û AmerîKî di dawiya hefteyê de gihîştine her3emê.

Ji sala 2014'an û vir ve ku piraniya hêzên biyanî yên li Afganîstanê hatin vekişandin, hêzên Rojavayî dan xuyakirin ku di nava du rojan de du caran leşker hatine şandin. Leşkerên herî dawî hatin şandin li eyalet li ser sînorê Îranê hatin bicihkirin ku li vê derê Talîban û çeteyên DAIŞ'ê hatine tespîtkirin.

Pentagonê jî roja Înê da xuyakirin ku wê di biharê de 300 leşkerên Amerîkî ji eyaleta Helmand a li başûr re werin şandin. 10 ji 14 navçeyên vê eyaletê di destê Talîbanan de ne.

Yekîneya leşkerên biyanî ya dawî ya li eyaleta Farahê, di sala 2012'an de vekişiya bû. Talîban di nava demeke kurt de li vê herêmê aktîf bû û du navçeyan kontrol kir. Li gorî agahiyan li herêmê li dijî çeteyên DAIŞ'ê jî şer tê meşandin.

Zêdeyî 10 hezar kes tevlî 'operasyonên destekê' yên NATO'yê yên li Afganîstanê dibin. Piraniya van ji Amerîkiyan pêk tê. Serokê DYA Barack Obama nebaşbûna rewşê weke hincet nîşan dabû û biryar dabû 8 hezar 400 leşkerên li herêmê li wir bimînin.

General Nîcholson beriya niha bi demeke kurt daxuyaniyke da û diyar kir, gelek çeperên di destê hêzên Afgan de ketine û bi awayekî fermî ji sedî 64 ê welêt kontrol dikin. Beriya çend mehan ji sedî 68 ê axa Afganîstanê di kontrola hêzên hikûmetê de bû.

Afganîstan bi taybetî ji salên dawî yên 1970'ê û vir ve di nava şer de ye. Ji sala 2001'an dema dagirkeriya Amerîka û vir ve zêdeyî 220 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.