NASA: 7 gerstêrkên nû hatin dîtin, li 3 ji van jiyan pêkan e

Daîreya Feza û Hewakariyê ya Neteweyî ya DYA (NASA) ragihand, li derveyî Sîstema Rojê 7 gerstêrkên nû hatine dîtin û li 3 ji van jiyan pêkan e.

Li gorî daxuyaniya NASA'yê, ev gerstêrk li nava komstêrka Kova ya li derveyî Sîstema Rojê hatine dîtin û çend ji van dişibin Cîhanê.

Ev her heft gerstêrk, li dora Roja bi navê Trappîst-1 hat dîtin, ku bi qasî 40 salên ronahiyê ji Cîhanê dûr e. Gelekî pêkan e ku li ser rûyê sê ji van gerstêrkan av heye. Ev yek jî nîşan dide, ku li sê ji van gerstêrkan, dibe ku jiyan hebe.

NASA'yê ragihand, li van gerstêrkan bejahî û qadên çiyayî hene û da zanîn, ji bo were diyarkirin bê li van gerstêrkan jiyan heye, lazim e rewşa atmosferên wan bi berfirehî bên lêkolînkirin.

Li gorî pisporên ku cihê xwe di nava lêkolîna NASA'yê de girtin, li nava Galaksiyê dibe ku hin gerstêrkên din ên dişibin cîhanê hebin.

Tîma ku zanyarên ji zanîngeha Lîege a Belçîkayê û zanîngeha Cambrîdge ya Brîtanyayê di nav de hene, par dabû xuyakirin, ku li dora roja bi navê Trappîst-1, 3 gerstêrkên bi qasî cîhanê mezin, hene. Ev hejmar, bi daxuyaniya dawî re gihîşt 7'an.