Namzetiya Schûlz 5 pûan li dengê SPD zêde kir

Martîn Schûlz ê dest ji serokatiya Parlamenta Ewropayê (PEI berda û bû namzetê Serokwezaretiyê yê Partiya Sosyal Demokrat (SPD), heta niha 5 pûan li dengê partiya xwe zêde kiriye.

Martîn Schûlz, hefteya derbasbûyî bi rengekî fermî ji bo serokwezaretiyê ji SPD namzet hat nîşandan. Li gorî anketên destpêkê, bi Martîn Schûlz re dengê SPD'ê zêde dibe.

Li gorî anketa dawî, ku duh ji aliyê şîrketa Forsa ve hate weşandin, rêjeya dengê partiyên CDU û CSU, li gorî hefteyek beriya niha bi 2 pûanan kêmî ji sedî 35'an bûye.

Di anketê de derket holê, ku rêjeya dengê SPD'ê ya bi serkêşiya Schûlz bi 5 pûanan zêde bû û gihîşt ji sedî 26'an. Partiya dijberê koçberan Alternatîf ji bo Elmanya (AfD) bi 1 pûanî kêm kir û daket ji sedı 11'an. Rêjeya dengê Partiya Çep (Dîe Lînke) jî, mîna hefteyek beriya niha di asta ji sedî 9'an de ye.

Li gorî anketê, Partiya Keskan bi 2 pûanan kêm kir û daket ji sedî 8'an. Partiya Lîberal jî bi rêjeyek ji sedî 6'an dibe partiya şeşemîn ku cihê xwe di Meclîsa Federal de bigire.

Di anketa INSA de ku roja Sêşemê hate weşandin, rêjeya dengê CDU-CSU ji sedî 32,5, rêjeya dengê SPD jî ji sedî 26'an hat tespîtkirin. Li gorî anketa INSA rêjeya dengê partiyên din bi vî rengî ye: AfD ji sedî 13, Dîe Lînke ji sedî 10,5, Partiya Keskan ji sedî 7,5 û FDP ji sedî 6,5.