Namzetên HDP’ê yên Kocaelî Komeleya Çewligiyan ziyaret kirin

Namzetên parlamenteriyê yên HDP ên Kocaelî, piştî vekirina buroya hilbijartinê ya li Taxa Derînce Esentepe, Komeleya Çewligiyan ziyaret kirin.

Namzetên parlamenteriyê yên HDP ên Kocaelî, piştî vekirina buroya hilbijartinê ya li Taxa Derînce Esentepe, Komeleya Çewligiyan ziyaret kirin. Serokê komeleyê Alî Degîrmencî û gelek Çewligiyên di serdanê de amade bûn, têkildarî hilbijartinê axaftin û nirxandin hatin kirin.

Piştî axaftina serokê komeleyê Alî Degîrmencî, Serokê Rêxistina HDP’ê ya Bajêr Mehmet Akgul, got ku hilbijartin di pêvajoyeke krîtîk de pêk tên û behsa girîngiya ku HDP bihêz ji vê pêvajoyê derkeve kir.

Namzeta HDP’ê yê rêza 2. Ayfer Koçak jî di axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên Kocaelî û got, “Zilma AKP’ê li holê ye.”

HDP ROJ BI ROJ MEZIN DIBE

Namzeta HDP'ê Prof. Dr. Nîlay Etîler jî di axaftina xwe de got ku HDP roj bi roj mezin dibe û dibe hêviya girseyên berfireh.

Namzetekî din ê HDP’ê  Sînan Odabaş jî wiha axivî: "Eger em jiyanê parve dijin, pêwîst e em siyasetê jî bi hev re bikin. Em ê aştî û demokrasiyê bînin welêt.”

Namzet  Guner Kîzîr jî diyar kir ku ew bawer e wê welatiyên Çewligê piştgiriyê bidin HDP’ê.

Namzet Alî Haydar Konca jî anî ziman ku wê HDP xebateke ku gel li ber çavan digire wê pêş bixe.

Dîlber Ornek a namzeta parlamenteriyê bi zaravayê Dimilkî bang li hemşeriyên xwe kir û got, “Eger em bi hev re bixebitin, wê rojên xweş werin.”

Welatiyên Çewligî jî diyar kirin ku eger HDP bendê derbas bike wê li welêt hevsengiya siyasî bê guhertin. 

...