Malbata Başûrê Kurdistanê ku ji DYA’yê hate dersînorkirin vegeriya

Piştî pêşnûmeya dersînorkirina welatiyên 7 welatan ku ji aliyê rêveberiya Trûmp ve hate erkêkirin û şûnde, malbata Başûrê Kurdistanê ku dersînor kiribû vegeriya DYA’yê.

Fûad Şerîf Suleyman û hevjîna wî li gel 3 zarokan bi vîzeya derbaszker a DYA’yê ji ser Kahîre re li derbasî Balafirgeha Nashvîlleyê bibû, bi hinceta pêşnûmeya Trûmp vegerandin Iraqê.

Lê piştî biryarnameya Trûmp ji aliyê Dadgeha Federal ve hate betalkirin û şûn de malbat dîsa vegeriya DYA’yê.

Tê payîn ku li gel Seroka Şaredariya Nashevîlle ya ku gelek welatiyên Başûrê Kurdistanê mêhvan kirî û gelek kes pêşwaziya malbatê bikin.