Li Yemenê keştiya rêwiyan noqî avê bû: Ji 60 rêwiyan 26 hatin rizgarkirin

Hat ragihandin ku li peravên Girava Sokotra ya Yemenê keştiyek rêwiyan noqî avê bû, di encam de bi dehan kes winda ne.

Hat diyarkirin ku keştiyeke rêwiyan ku ji bendera Mûkalla ya li başûrê welêt ber bi Sokotrayê rêwî dibirin, 26 mîl dûrî giravê noqî avê bû. Banga alîkariyê li keştiyên şer û bazirganiyê yên li herêmê hatin kirin, ji 60 rêwiyên keştiyê tenê 26 bi saxî hatin rizgarkirin.

Lê hê hêvî hene ku ji ber gelek keştiyên din li herêmê ne û bi hinan re jî pêwendî çênebûye, dibe ku rêwiyên din ji hêla van hatibe rizgarkirin.

Wezîrê Behrê yê Yemenê Fahd Kaviyen têkîldarî mijarê daxuyanî da, got keştiya rêwiyan di encama qezayê de noqî avê bûye û xebatên lêgerîn rizgarkirinê didomin.