Li Venezûelayê di xwepêşandanên li dijî Madûro de herî kêm 20 kes mirin

Li Venezûelayê di xwepêşandanên ji duh şeve ve li dijî Serok Dewlet Nîcolas Madûro hatin lidarxistin de, 11 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyên ji aliyê meqanên dozgeriyê ya li paytext Caracasê, jimara kesên di xwepêşandanên hefteya dawî de mirine, gihiştiye 20’na.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku duh şev şerê giran qewimîne, 11 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat diyarkirin ku nehatiye zanîn ku ev kes ji aliyê kîjan kesan ve hatine kuştin.

Li Venezûelaya ji ber ketina nirxê petrolê û di warê ekonomiyê de ziyanên cidî rûdane, parlemento bi jimara dengan a zêde di destê muxalefeta çep de ye. Her çendî muxalefeta çep xwepêşandanên li dijî ji destkarberdana Madûro ku di serê vê mehê de her roja ku diçe kêm kiribe jî, bal kişand ser bûyerên ku şidetê zêde dike.

Derket holê ku hinek xwepêşaderên k udi rojên bihurî de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê êrîşên komên bi motrosiklêtan bi kartîin ve hatine kuştin.