Li Ûkraynayê ‘Tevî agirbestê’ jî bîlançoya şer: Herî kêm 7 kes mirin

Bîlançoya şerê li herêma rojhilatê Ûkraynayê ku di navbera yekîneyên artêşê û milîtanên ku Rûsya piştgirî dikin de, diqewime giran dibe. Li gorî agahiyê dawî, di şerê duh şev heta niha de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Hatibû îdîakirin ku êrîşek li ser komên Rûs ên li Avdîyîvka ku li ser xeta sînorê ji aliyê yekîneyên artêşê ve hatiye xêzkirin ya girêdayî herêma Donetsk a di bin kontrola alîgirên Rûsiyayê de ne.Tevî ku sala bihurî ‘Agirbesta bê dem” hatibû ragihandin jî di şerê qewimî de herî kêm 3 leşkerên Ûkraynayî û 2 milîtanên Rûsyayê jî hatine kuştin.

Hat diyarkirin ku di şer de jî 2 sivîlan jî jiyana xwe ji dest dane.

Yek ji berdevkê artêşa Ûkrayna Alena Makrînçûk,îdîa kiribû ku milîtanên di bin navê Komara Gel de Donetskê di destê xwe de digrin agirbest îxlal kirine, êrîşî yekîneyên artêşê kirine.

Piştî ku di dawiya sala 2013’an de xwepêşandanên li dijî Serokkomar Vîktor Yanûkovîç ê Rûsya piştgirî dike de, vegerabûn şer û xwîn rijabû. Pişît ku di sibata 2014’an de Yanûkovîç ji erkê hate girtin û şûn de, welat terikandibû, Li herêmên Donetsk û Lûganskê ku piranî Rûsyayî lê dijîn vegerabûn serhildanan.

Di heman demê sala 1954’an de Komara Xweser a Kirim a li Ûkraynayê derketî ji aliyê Rûsyayê ve hatibû îxlalkirin.

Di şerê li rojhilatê welat rudide gelek caran agirbest hate îlankirin. Di şerê navxweyî de ku ev nêzî 3 sal in dewam dike herî kêm 10 hezar kesan jiyana xwe ji dest da.