Li Tûnûsê rewşa awarte heta dawiya sala 2023’an hate dirêjkirin

Li Tûnûsê Rewşa Awarte ya ku ji sala 2015’an û vir ve didome, bi biryarnameya serokkomariyê heta dawiya sala 2023’an hat dirêjkirin.

Hat ragihandin ku Rewşa Awarte ku piştî êrîşên bombeyî yên sala 2015'an li Tûnûsê hatibû îlankirin, heta dawiya sala 2023'an hatiye dirêjkirin.

Herî dawî li Tûnûsê rewşa awarte ji aliyê Serokkomar Kays Saîd ve di 30’ê Kanûna 2022’an de heta 31’ê Çileyê hatibû dirêjkirin.

Piştî êrîşa bombeyî ya ku di 24'ê Mijdara 2015'an de li ser Kolana Muhammed Hamîs li dijî Yekîneya Parastina Serokkomariyê hatibû kirin, ji bo mehekê li welat rewşa awarte hatibû ragihandin. Piştre rewşa awarte gelek caran hatibû dirêjkirin.

Li gorî rewşa awarte Wezareta Karên Navxweyî û yekîneyên ewlekariyê dikarin civîn û derketina kolanan qedexe bikin, bêyî destûra dadgehê ser mirovan saxtî bikin û çapemeniyê kontrol bikin.