Li Swîsreyê roja referandûmê: 2 ‘erê’ 1 ‘Na’ derket

Li Swîsreyê di hilbijartina referandûmê de ku îro li ser 3 mijarên ku gel deng dan pêk hat, 2 erê 1 jî na derket.

Pêşnûmeya bidawîkirina baca kêm a bi hezaran kargehên pir netew dengê ‘Na’ derket, têkildarî asankariya ji bo wealtîbûna kesên biyanî û bi rêya bejahî hê zêdetir alîkarî bê kirin jî dengê ‘Erê’ê derket.

Têkildarî bidawîkirina pêkanîna baca kêm a saziyên kargehên pir netew ên Swîsreyê ya ku ji aliy Konseya Federal ve dihat xwestin pêk were nehat qebûlkirin. Rêjeya dengan a vê pêşnûmeyê ji sedî 40,9.

Hat diyarkirin ku eger na derbiketiba wê kargehên pir netew ên Swîsreyiyan di nava fikarên windakirinê de bûna. Kargehên pir netew ên ku ji kêmkirina bacê sûdwerdigirin, li Swîsreyê ji bo 150 hezar kesan bi kar dike, baca saziyên civakî jî ev kargeh didin.

Li Swîsreyê di hilbijartina pêşnûmeya asankariyê ji bo hemwelatîbûnê û nifşê siyem ê biyanî digire nava xwe de jî dengê ‘erê’ derket. Pêşnûmeya ku 24 hezar kesên biyanî yên ku li Swîsreyê jidayîk bûne û mezin bûne û li dijî Partiya Gela a Swîsreyê ku li dijî biyaniyane, ji sedî 60,5 dengan hate erêkirin.

Dengdana din jî rêyên navneteweyî yên welat û rêyên qadên çandiniyê di bin yek mekanîzmeyê de karkirin ku sermaya wê salane 4 milyar Frank û derbaskirina 5 milyar Frank bû. Rêjeya dengên ji bo vê pêşnûmeyê jî rêyeya dengan li derdorî 60’an hate erêkirin.