'Li Swîsreyê referandûma 12'ê Sibatê ji bo penaberan gelekî giring e'

Penaberên ku li Swîsreyê ji bo bibin hemwelatî wê pêşnûmeya qanûnî di 12'ê Sibatê de ji bo dengdana gel referandûm were kirin. Parlameneterê SP Mustafa Atici bang kir ku deng werin bikaranîn.

Li Swîsreyê ji bo hemû qanûnên ku hatibûn dengdan  û piştre hatibûn qebûlkirin, 12'ê Sibatê de wê dengdanek din a gel çebibe. Gelê Swîsreyê û penaberên ku bûne hemwelatiyên Swîsreyê wê di 12'ê Sibatê de ji bo 3 biryar qanûnên cûda dengên xwe bikar bînin.

Li Swîsreyê ev qanûn nêzî 2 milyon penaberan ji nêz ve eleqedar dike. Pêşnûmeya qanûna 12'ê Sibatê ku wê were dengdan em bi Parlamenterê Partiya Sosyalîst û Serokê Komîsyona Penaberan Mustafa Atici re axivîn.

Atici diyar kir ku pêşnûmeya 12'ê Sibatê ku wê were dengdan ji bo penaberan gelek girîng e. Ji ber ku beriya niha 4 pêşnûme qanûnên ji bo rewşa penaberan hatin dengdan û hemû hatin red kirin.

'EV PÊŞNÛME QANÛN WERE QEBÛLKIRINN WÊ 25 HEZAR CIWAN BIBIN HEMWELATÎ'

Atici bal kişand ser penaberên li Swîsreyê û got; "Niha li Swîsreyê zêdetirî 2 milyon penaber hene û ji van 920 hezar kes dikarin doza mafê welatîbûnê bikin. Mafê serlêdanê di salê de tenê 45 hezar e û ji van her sal mafê welatîbûnê tenê didin 40 hezar penaberî. Ger ev pênşûme qanûna 12'ê Sibatê de were qebûlkirin wê wê 25 hezar ciwan bi hêsanî mafê welatîbûnê bi dest ve bînin.

'LI EWROPAYÊ MAFÊ HERÎ ZEHMET YÊ HEMWELATÎBÛNÊ LI SWÎSREYÊ YE'

Mustfa Atici diyar kir ku rewşa qebûlkirina hemwelatiyan li Swîsreyê ji welatên din yên Ewropa zehmettir e û wiha pêde çû; "Li Belçîkayê 3 sal, li Îrlandayê 4 sal, li Îsveç 5 sal, li Elmanya 8 salan ku mirov bijî, mirov mafê hemwelatîbûnê bi dest ve tîne. Lê belê li Swîsreyê herî kêm pêwîst e  mirov 12 salan bijî, ji bo ku mirov bikaribe mafê serlêdanê bike."

'GER REFERANDÛM WERE WINDAKIRIN WÊ ASTENGÎ ZÊDE BIBIN'

Atici di berdewama axaftina xwe de wiha domand; "Ger wek Partiya Sosyalîst ji bo nifşên 3. ev pêşnûme qanûn were qebûlkirin wê ji bo mifşên 2. jî mafê hêsantir ji bo penaberan were dayîn. Bi qebûlkirina vê pêşnûme qanûnê wê destê me gelek bi qewet bibe. Li aliyê din di vê referandûmê de pêşnûme qanûn neyê qebûlkirin wê astengiyên mezin derbikevin û dibe ku piştî 20 salên din carek din were pêşiya me."

'HEMÛ PENABERÊN KU BÛNE HEMWELATÎ PÊWÎSTE DENGÊ XWE BIKAR BÎNÎN'

Mustada Atici di dawiyê de bang li penaberan kir ji bo bikaranîna dengên xwe û wiha got; "Ji bo ku ev pêşnûme qanûn were qebûlkirin penaberên ku li Swîsreyê dijîn ji bo wan firsetekî dîrokî ye û pêwîste her kesek biçe ser sindoqan û ji bo ev pêşnûme qanûn were qebûlkirin dengê 'ERÊ' bi kar bînin."