Li şûna polîsan, ciwanên demokrat dest li Neonaziyan werdan

Bi bahaneya salvegera bombekirina bajarê Dresdenê di sala 1945'an de ji aliyê Hevalbendan ve, bi sedan Neonaziyan xwepêşandan lidar xistin. Nerazîbûna li vê xwepêşandanê zêde dibe.

Bi hezaran kesî li dijî Neonaziyan çalakî lidar xistin. Balkêş e li dijî nîjadperestên li bajêr tên naskirin, polîs tiştekî nakin û dest li wan wernadin.

Bi bahaneya bombekirina Dresdenê di 13'ê Sibata 1945'an ji aliyê balafirên Brîtanya û Amerîkayê ve, bi sedan rastgirên tund xwepêşandan lidar xistin. Xwepêşandan ji aliyê Neonaziyê bi navê Gerhad Îttner ve hat organîzekirin, ku vî kesî ji ber propaganda sosyalîzma nasyonal û sûcê nefretê ceza xwaribû.

Xwepêşandanên li bajêr ji aliyê 2 koman ve bi beşdariya 850 nîjadperestan pêk hat. Polîsan dest li Îttner û qisekerên din wernedan, ku nîjadperestî û propaganda Neonazî dikirin. Di daxuyaniya polîsan de hat îdîakirin ku wê axaftin were nirxandin.

Li aliyê din, zêdeyî hezar kesên ji komên çep û demokrat, piştî nîvro li bajêr li hev civiyan û ji bo bendê deynin pêşiya Neonaiziyan, xwepêşandanek lidar xistin. Xwepêşandêr, ku piraniya wan xwendekarên zanîngehê ne, dest li meşa Neonaziyan werdan û hewl dan pêşî li axaftinan bigirin.