Li Sûdanê di navbera leşkerên derbeker û sivîlan de peymanek hat îmzekirin

Li Sûdanê di navbera rêvebirên leşkerî yên di encamê derbeyê de hatin ser desthilatdariyê û sivîlan de ji bo dawîkirina krîzê peymanek hat îmzekirin.

Sûdan piştî derbeya ku zêdeyî salek berê pêk hat, di nav krîzeke kûr de ye.

Peymana ku di çarçoveya pêvajoya siyasî ya du qonaxan de ye, di navbera rêveberên leşkerî û sivîlan de hat îmzekirin.

Di nava kesên ku îmze kirine de generalê darbe kiribû Abdul Fettah El Burhan û gelek komên sivîl bi taybetî jî Hêzên Azadî û Guherînê (ODG) hene.

Derbeya ku general Burhan di 25’ê Cotmeha 2021’an de pêk anî, pêvajoya derbasbûna rêveberiya sivîl ji rê derxist. Pêvajoya veguhêz di sala 2019’an de piştî ku dîktator Omer el-Beşîr desthilatdariya xwe ya 30 salî bi dawî kir dest pê kir.

Piştî darbeya Burhan hema her hefte xwepêşandan tên lidarxistin. Li welatê ku krîzeke aborî ya kûr dijî jî tundiya di navbera komên etnîkî de zêde bûye. Di sala dawî de herî kêm 120 xwepêşanderên li dijî derbeyê hatin qetilkirin.

Metna peymana di navbera leşker û sivîlan de bi amadebûna Neteweyên Yekbûyî, dîplomatên rojavayî, nûnerên Erebîstana Siûdî û Emaretên Ereb ên Yekbûyî hate kirin. Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Volker Perhes û nûnerê Yekîtiya Afrîkayê Muhammed Belaish jî beşdarî merasîma îmzeyê bûn.

General Burhan çend meh berê soz dabû ku artêş ji desthilatdariyê vekişe da ku komên siyasî karibin hikûmeteke sivîl ava bikin.

Peymana çarçoveyê di qonaxa yekem de bingeha avakirina rêveberiyeke veguhêz a sivîl datîne.

Li gorî ODG, qonaxa duyemîn peymanek dawîn pêk tîne ku mijarên wekî dadweriya veguhêz û reformên leşkerî di nav çend hefteyan de temam dike. Qonaxa duyemîn wekî dijwar tê dîtin ji ber ku artêş neçar e dev ji berjewendiyên xwe yên aborî û hêzên berfireh berde.