Li Sûdanê darbe: Hikumeta demkî hate betalkirin, Rewşa Awarte hate ragihandin

Li Sûdanê, general Abdul Fettah El Burhan ragihand ku hikumeta demkî hatiye betalkirin û rewşa awarte hatiye ragihandin.

Artêşa Sûdanê serê sibehê tevî Serokwezîr Abdalla Hamdok gelek rêveberên hikumeta demkî ya sivîl girt.

Li ser vê yekê gelek kes daketin kolanên paytext Hartûmê û çalakiya protestoyî lidar xist. Sendîkayan jî ji bo bêîteatiya sivîl bang kirin.

Di dema çalakiya protestoyî de ya li ber biryargeha artêşê, elşkeran fîşekên rastî berdan çalakgeran.

General Ebdula Fettah El Burhan ragihand ku Konseya Demkî û hikumet hatiye betalkirin. General diyar kir ku li tevahiya welêt Rewşa Awarte hatiye ragihandin û wê "bi kesên erkdar re hikumetek" bê avakirin.

Yekîtiya Efrîkayê xwestin ku di navbera leşkeran û sivîlan de tavilê "jinûve" hevdîtin dest pê bikin.

Nûnerê Yekîtiya Ewropayê yê ji Polîtîkaya Derve Berpirsyar Josep Borrell bang li civaka navneteweyî kir ku li Sûdanê pêvajoya demkî jinûve bixe ser rê. Borrell ji hêzên leşkerî jî xwest ku kesên girtine tavilê berde.

Dîktator Omer El Beşîr di Nîsana 2019’an de ji ber serhildana gel, ji desthilatdariyê hatibû xistin. Ji wê demê û vir ve li welat pêvajoyeke aloz heye.  Ji Tebaxa 2019’an ve jî sivîl û leşkerên ku pêvajoya demkî bi rê ve dibin, li ser hikum in.