Li Sûdan a Başûr xeteriyeke mezin a xelayê heye

Li Sûdan a Başûr, ji ber şerê navxweyî xeteriyeke mezin a xelayê rû da. Serokdewlet Salva Kîîr, piştî zextên giran ên lê hatin kirin, da xuyakirin, ku ew ê astengiyê dernexîne pêşiya xebatên însanî yên li welêt.

Hikûmeta Sûdan a Başûr roja Duşemê ragihand, li gelek herêmên welêt, xeteriya xelayê di asteke bilind de ye.

Ji ber şerê navxweyî, bi ti awayî destûr nedihat dayîn ku saziyên alîkariya însanî li vî welatî bixebitin.

Piştî ku xeteriya xelayê gelekî zêde bû, hikûmetê ragihand ku ew ê hatina saziyên alîkariyê ji bo herêmên hewcedar garantî bike.

Serokdewlet Salva Kîîr li parlamentê axivî û diyar kir, xebatên saziyên pêşvebirin û alîkariya însanî 'bêyî astengiyan' hatine garantîkirin.

Li Sûdan a Başûr, ku di Tîrmeha 2011'an de serxwebûna xwe îlan kir, ji ber şerê navxweyî ku di sala 2013'an de di navbera gelên Dînka û Nûer dst pê kir, bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û xeteriyeke mezin a xelayê rû da.

Saziyên alîkariya însanî yên Neteweyên Yekbûyî UNICEF, FAO û PAM roja Duşemê daxuyanî dan û diyar kirin, 4,9 mîlyon mirov, yanî ji sedî 42 ê nifûsa vî welatî pêwîstiya xwe bi alîkariya xwarinê heye.

Hat ragihandin, li eyaleta Ûnîty ku xizanî lê gelekî zêde ye, 100 hezar kes di rewşeke birçî de ne. Tirs û fikar hene ku ev hejmar di mehên pêş de bigihêje mîlyonekî.