Li stargeha extiyaran a li Fransayê bi dehan mirina bi guman

Li stargeheke extiyaran a li bajarê Lyon ê Fransayê, ji ber bi dehan mirinên bi guman Wezareta Tenduristiyê lêpirsîn da destpêkirin.

Li stargeha bi navê Korîan Berthelot a li Lyonê, di nava 2 hefteyan de 13 kes ji ber 'grîbê' jiyana xwe ji dest dan. Lê belê mirina van kesan gumanbar hat dîtin. Li gorî agahiyan tevî mirina 13 kesan, 7 kes jî hê li nexweşxaneyê ne.

Emrê kesên jiyana xwe ji dest dane, di ser 90'î re ye. Lê belê guman hene ku piştî şewba grîbê, tedbîrên pêwîst nehatine girtin.

Wezareta Tenduristiyê li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin. Hat gotin, di çarçoveya lêpirsînê de wê sedemên vê nexweşiyê bên lê kolîn.