Li Somaliyê êrîşa bombeyî: 16 kes mirin

Li Somaliyê di êrîşekî wesayîta bombebarkîrî de herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûne.

Li paytexta Somalî Mogadişûyê, di encama êrîşekî wesayîta bombebarkirî ya li cihê sûkê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û 40 kes jî birîndar bûne.

Piştî ku Muhammed Abdullahî Muhamemed ji meha Sibatê ve bûyî Serokê dewletê û şûnde, êrîşa herî mezin e ku hatiye lidarxistin. Heta niha ne ti hêz û ne jî ti kesê êrîş li xwe girtiye.