Li ser mafên xebatkarên rêyên hesinî yên Fransayê lihevkirin nebû
Di hevdîtinên navbera şîrketa rêyên hesinî ya Fransayê SNCF û sendîkayên karkeran de, encamek derneket. Di êvara 31'ê Gulanê de wê grev destpê bike.
Di hevdîtinên navbera şîrketa rêyên hesinî ya Fransayê SNCF û sendîkayên karkeran de, encamek derneket. Di êvara 31'ê Gulanê de wê grev destpê bike.
Di navbera SNCF û sendîkayên bi deh hezaran karkeran temsîl dikin de duh tevahiya rojê danûstandin hatin kirin, lê ti encam jê derneket. Sendîkayên CFDT û Unsa di mûçe û dema xebatê ya karkeran de israr kirin. Sendîkayên CGT û SUD jî dixwazin guhertinên di Qanûna Xebatê de hatine kirin, ku bi mehan e tên protestokirin, bên betalkirin.
Eger di muzakereyên roja Sêşemê de jî encamek bi dest nekeve, wê xebatkarên SNCF bikevin grevê.