Li ser dewamkirina koalîsyona li Awûstûryayê li hev hat kirin

Li Awûstûryayê, ku di rojên dawî de nîqaş li ser belavbûna hikûmeta koalîsyonê dihat kirin, partiyên desthilatdar ji bo pêşî li têkçûneke gengaz a li hilbijartinê bigirin, di mijarên aborî, koç û ewlekariyê de li hev kirin.

Biryar hatibû dayîn, hikûmeta koalîsyonê ya ji Partiya Sosyal Demokrat (SPO) û Partiya Gel a Awûstûryayê (OVP) bidome. Yek ji rêyên çareserkirina dengên dijber ên li nava koalîsyonê, pêkanîna hilbijartinên giştî yên pêşwext bû. Lê belê, ji ber ku pêkane ev alternatîf bike ku Partiya Azadîparêz a Awûstûryayê ya rastgir (FPO) bi ser bikeve, ev rê nehat hilbijartin.

Lihevkirin ji aliyê lîderê partiya SPO û Serokwezîr Chrîstîan Kern û lîderê OVP Reînhold Mîttellehner ve hat ragihandin. Li gorî vê lihevkirinê, di mijarên aborî, koçberî û ewlekariyê de hin guhertin hene.

Li gorî vê yekê, di çarçoveya têkoşîna dijî bêkariyê de, wê ji sedî 50 ê prîmên sîgorta yên 3 salan ên şîrketên ku mirovên bêkar dixebitînin, li wan bê vegerandin.

Bi daxwaza OVP'ê, tê qedexekirin ku kincên temamiya bedena jinan digirin, li qadên cemaweriyê bên lixwekirin. Di mijara polîtîkayên 'ahengiya' penaberan de gelek zehmetî tên derxistin. Di çarçoveya vê yekê de wê penaber di bin navê 'wezîfeya sivîl' de li saziyeke alîkariyê ya ji bo civakê bixebitin.

Hikûmeta koalîsyonê ku polîtîkayên xwe yên ewlekariyê zexm dike, wê kelepçeya elektronîk bi lingê kesên ku 'xetere' dibîne, girê bide.