Li Romanyayê civakeke nû ya sivîl afirî

Dozgera jin Laûra Condûrat Kovesî, ku şampiyoneke berê ya basketê ye, îro li nava gelê Romanyayê weke şampiyona têkoşîna li dijî nelirêtiyê tê dîtin.

Kovesî di 16 saliya xwe de, di şampiyoniya basketê ya Ewropayê de bûbû duyemîn. Îro 43 salî ye. Lê navdariya wê ne ji ber basketê ye. Ew ji aliyê gelê Romanyayê ve weke şampiyona têkoşîna li dijî nelirêtiyê tê dîtin.

Di sala 2006'an de, hê 33 salî bû, bû serdozgera herî ciwan a dîroka Romanyayê. Di heman demê de jina destpêkê bû ku dest bi vê wezîfeyê kir. Ji sala 2013'an û vir ve, serkêşa Dozgeriya Neteweyî ya Têkoşîna li dijî Nelirêtiyê ye. Di nava çîna siyasî de rê ber li panîkê vedike.

Siyasetmedar wê bi meşandina 'têkoşîna siyasî' sûcdar dike, lê ew ji rêya xwe venagere. Wezîfeya wê tinekirina tevna nelirêtiyê ye, ku aboriya Romanyayê hilweşandiye û çîna siyasî tevizandiye.

Kovesî ji kovara Le Poînt û rojnameya Le Monde ya Fransayê re axivî û got, "Nifşê min dixwaze hin tiştan biguherîne." Kovesî wiha dewam dike: "Têkoşîna herî zehmet, guhertina qanûn û proseduran nîne. Guhertina zîhniyetê ye."

Bîlançoya ku dozgeriya bi serkêşiya Laûra Kovesî li dijî nelirêtiyê derxistiye holê, vê gavê baş xuya dike. Zêdeyî 2 hezar siyasetmedar û karmendên payebilind xistin girtîgehê. Di nava van de wezîr, parlamenter, senator, şaredar û general jî hene.

Serokwezîrê sosyalîst ê berê Adrîan Nastase weke masiyê herî mezin tê dîtin. Nastase di sala 2012'an de, ji nelirêtiyê bi du salan hat mehkûmkirin.

Serokê heyî yê Partiya Sosyal Demokrat a li desthilatdariyê Lîvû Dragnea jî di sala 2016'an de bi du salan cezayê tescîlkirî hat mehkûmkirin. Bi fen û hîleyên di hilbijartinê de tê sûcdarkirin. Sosyal Demokratan di hilbijartinên Kanûnê de bi rêjeyeke bilind a dengan bi rêjeya ji sedî 46'an bi ser ketin.

Hikûmetê di 31'ê Çileyê de hewl da qanûna têkoşîna li dijî terorê nerm bike. Ji bo derxistina yên li girtîgehê û parastina yên li derve, hewl hat dayîn ev qanûn bê derxistin. Lê girseyên gel daketin kolanan û li ber vê yekê rabûn.

Çalakiyên ku di 1'ê Sibatê de dest pê kirin, bi rojan dewam kirin û her roj bi sed hezaran mirov herikîn kolanan. Hikûmet neçar ma ji ya xwe vegere, lê hê jî li ber xwe dide. Ji ber vê yekê gel ji kolanan dernakeve. Roja Yekşemê nîv mîlyon mirov daketin kolanên welêt. Li gorî hin çavdêran, ev çalakî şoreşeke demokratîk e. Wezîrê Edaletê Florîn Lordach jî piştî van çalakiyan îstifa kir.

Laûra Kovesî got, "Tedbîra ji aliyê hikûmetê ve hatiye girtin, ji bo parastina hemû karmendên payebilind ên bi nelirêtiyê hatine sûcdarkirin, hatiye derxistin." Kovesî destnîşan kir, ku nelirêtiyê rê li ber îsyanê vedike û rîskeke mezin e li ser sîstema edlî.

Ciwanên Romanyayî, ku êdî ji karên ne li rê bêzar bûne, li kolanên Bukreşê dirûşma "Dragne ji bîr neke, Laûra wê de bişewitîne".