Li Romanyayê 500 hezar kes daketin qadan: Hikûmet ji ya xwe vegeriya

Hikûmeta Romanyayê, piştî xwepêşandanên ku bi rojan dewam kirin, projeya xwe ya qanûna weke 'efûya nelirêtiyê' tê binavkirin, rawestand. Tevî vê biryarê jî 500 hezar kes daketin qadan.

Wezîrê Tenduristiyê Florîan Bodog got, "Biryarnameya betalkirinê hat erêkirin'. Çavkaniyên Serokwezaretiyê jî ragihandin, biryarnameya ku têkoşîna li dijî nelirêtiyê sist dike, hatiye betalkirin.

Hikûmeta Sosyal Demokrat, ji bo biryarnameyê binirxîne, roja Yekşemê piştî nîvro li hev civiya bû. Tevî ku hikûmet ji ya xwe vegeriya jî, nîv mîlyon mirov herikîn kolanan. 250 hezar ji van li ber avahiya hikûmetê ya li Bukreşê li hev civiyan û dirûşmên "Îstifa", "Dizek" qîriyan.

Ji 31'ê Çileyê roja Sêşemê dema qebûkirina biryarnameya 'efûkirina nelirêtiyê' û vir ve, her roj bi sed hezaran kes daketin qadan. Li gorî biryarnameya navborî, cezayê îstîsmarkirina erkê dihat sivikkirin û ji bo nelirêtî weke sûc were dîtin, divê herî kêm bi 44 hezar euroyî zerar hatibe dayîn.

Hat ragihandin, wê pêşnûmeyeke nû di vî warî de bê amadekirin û pêşkêşî parlamentê were kirin. Di îstîsmarkirina erkê de wê gotina 'herî kêm 45 hezar euro zerar daye' ji pêşnûmeyê bê derxistin.

Li dijî vê biryarnameyê, ji dema têkçûna komunîzmê û vir ve çalakiyên herî girseyî hatin lidarxistin. Yekîtiya Ewropayê jî nerazîbûn nîşan da.