Li Rîo De Janeîroyê xwepêşandan û şer

Li dijî pêşnûmeya şidandina kemerê ya li pêşiya meclîsa Rîo De Janeîro ya paytexta Brezîlyayê xwepêşandan hate lidarxistin. Di nava xwepêşandan û polîsan de şerê dijwar qewimî.

Çalakvanan, li Rîo de Janeîro ya ku dikeve eyaleta Başûrêrojhilat pêşnûyema şidandina kemerê ku ji aliyê hikûmetê ve hate pêşniyarkirin protesto kirin. Polîsan bi bombeyên gazê û bomeyên deng ve mudaxeleyî çalakvanan kirin.

Çalakgerên ku piranî ji mehmûran pêk tên bersiv dan êrîşên polîsan. Komek ciwanên rûpoş, otobûsek şewitandin. Gelek rê hatin girtin, gelek cihê kar ji beriya şer kepnegên dikanên xwe girtin. Ev xwepêşandan di dema xebatên sala nû ya piştî betlaneya Parlemetoya eyaletê hate lidarxistin. Di    nava çalakgeran de xebatkarên tenduristiyê, mehmûrên teqawîd bûne û heta mehmûrên polîs jî hene. Van ji meha Tîrmehê ve mûçeyên xwe negirtine.

Hikûmeta eyaletê ji bo xwe li hember kirîzê rabigire, li ser navê sûd dayîna sîstema teqawîdbûnê ji mûçeyan ji sedî 11 heta 14’an biriye.

Di nava gavê tedbîrê de jî kêmkirina hêjmara mehmûran, betalkirina bernameyên civakî û taybetîkirina saziya xwecihî ya rêveberiya avê jî heye.