Li Rêyên Hesinî yên Elmanyayê greva 6 rojan

Xebatkarên Rêyên Hesinî yên Elmanyayê ji îro û pê ve dikevin grevek nû. Eger çareserî neyê dîtin wê grev heta roja Yekşemê dewam bike.

Xebatkarên Rêyên Hesinî yên Elmanyayê ji îro û pê ve dikevin grevek nû. Eger çareserî neyê dîtin wê grev heta roja Yekşemê dewam bike.

Di rewşa ku di navbera şîrketa Rêyên Hesinî Deutsche Bahn û Sendîkaya Makînîstan (GDL) lihevkirin neyê kirin de, biryar hat girtin ku wê grev heta roja yekşemê bidome.

Li gorî biryara sendîkayê  trînên barkêşiyê îro saet di 15’an de, yên rêwitiyê jî ji nîvê şevê şûnde saet ji 02.00’an şûnde dikevin grevê. Greva seferên rêwitiyê roja yekşemê saet heta 9’an wê berdewam bike. Tê payîn ku greva GDL’ê wê di gelek seferên trînê de pirsgirêkan derxîne.

Bi armanca ku pirsgirêk dernekevin, ji aliyê Deutsche Banh ve sefer pêk tên. Şîrketê got wê girev bandorê li aboriya Elman bike.

Sedema nelihevkirina di navbera  Deutsche Bahn û sendîkayan de, ji zema meaşê wêdetir, pisgirêka dema xebata zêde û kîjan sendîka di kîjan koma pîşeyê de muzakere dike, diafirîne.

Deutsche Bahn herî dawî pêşniyar kiribû ku ji meha hezîranê şûnde wê ji meaşan re du carî ji sedî 4,7 zem bêkirin û heta 30’ê Hezîranê ji bo carekê 1000 Euro pere bê dayîn.

GDL jî daxwaz kiribû ku ji sedî 5 zem bêkirin û xebata xebatê saetek bê daxistin.