Li Parîsê di çalakiya şermezarkirina şîdeta polîsan de şer derket

Li herêma Bobîgny a Parîsê, bi sedan kes ji bo şermezarkirina şîdeta polîsan li hev civiyan. Di vê çalakiyê de, di navbera çalakgeran û polîsan de şer derket.

Çalakiya protestoyî di êvara Şemiyê de pêk hat. Bi sedan çalakger ku piraniya wan ciwan bûn, ji bo piştgiriyê bide ciwanê bi navê Theo ku polîsan bi ço dest avêtin wî, li hev civiyan. Di 2'ê Sibatê de, li banliyoya Aûlnay-soûs-Boîsê, di dema kontrola nasnameyê de polîsan şîdet li Theo kiribû û bi ço dest avêtibûn wî.

Çalakgerên li ber dadgeha Bobîgnyê li hev civiyan, dowîzên bi nivîsa "Polîs dest davêje", "Edalet ji bo Theo" û "Polîs mirovên bêguneh dikujin" hildan. Saetek piştî destpêkirina çalakiyê, di navbera polîsan û çalakgeran de şer derket.

Qemyona teknîkê ya radyoya RTL hat şewitandin. Camên gelek avahiyan şikestin.

Zêdeyî hefteyeke li gelek herêman çalakiyên protestoyî tên lidarxistin. Li banliyoya Saîne-Saînt-Denîsê, di şeva În-Şemiyê de 8 kes hatibûn binçavkirin. Di şeva Pêncşemê de 25 kes hatibûn binçavkirin.

Di vê navberê de tedawiya ciwanê reşik Theo yê 22 salî, li nexweşxaneyê dewam dike. Têkildarî yek ji çar polîsan, bi sûcdariya destavêtinê gilîname hat amadekirin Sê polîsên din jî bi şîdetê tên sûcdarkirin.